Lyrics Timed, click a line to jump
(Heste)
(Heste)
(Birro jûrê)
Kes weku ew le ew tênagat
Ew
Kes weku ew le ew tênagat
Em çawane pirr le firmêsk
Ew
Em çawane pirr le firmêsk
Pirr le firmêsk bûn
Ew
Kurreke degirya deygût bawkim le min tênaga
Îtir qsekanî daykîşim hîç karî tê naka
Îtir wekû pêştir xuşkekemî xoş nawê
Bawke tikaye wekû pêştir hellsukewt ke tawê
Kurreke xoy le jînêkî pûç dejiya
Têkellaw bû be bûnî dunyayêkî naşiyaw
Roj qumar û nêrgelle, şew be diway nêwgelle
Neydezanî teniya dayik zerermende lem şerre
Kiçî malleweş ke debê bimênê bê bere
Têkellêk le felsefey dunyayêkî bê helle
Berrêz dadwer hemûy xetay ewan bû
Min bê gunahim debînî
Bawkim xoy royişt, dayikim xoy mird
Xuşke şîrînekem xoy xoy le jûrda hellwasî
Emaney degût û çawekanî terr bûn
Ew kurre bê giyane le jûrî sardî dadga
Risteyek le ew, risteyek le dadwer
Hemû kirdewekanî rûn deka bê şerim
Hîç nemawe bo dorran, derfet nemawe bo gorran
Danîştuwe ser le jêre û bê giyane wek term
Deygut çareserim dewê bo em karesate
Egîna basî mafekanî mirov leberim
Pêdaçûneweyan dekrid be hemû jiyanî
Le jêr guşarêkî mergbar bû hemû giyanî
(Şerrekan leser çî bûn? Bas basî çî bû?)
(Hîç kat herreşet kird le bawkit? Yaxud çekit pê bû?)
(Lêre nusrawe be mang diyar nedebuyit)
(Ew katane le kwê buyit xerîkî çî bûyit?)
Hemû bêdeng bûn çawerrwanî wellam bûn
Ewîş seyrî destî bestûy kird destî pê kird
Berrêz dadwer em qisane bê sûdin
Hellatnekanim le mall tawanî sûkin
Carî wabû xuşkim be hefte xorî nededî
Le hemû temenî teniya zîndû bû nedejî
Ewkat to le kwê bûyit taku bibînî
Derdî ewaney ke hîç kat şayney derd nebûn
Carî wa heye dellêm xeta le kulture
Afret wek ême le mafî hêz dûre
Berrêz dadwer hêzim beqeder xom bû
Teniya twanîm serî xom le jêr aw derênim
Dadwer çekuçêkî kêşa be mêzekey
(Bêdeng bimêne babetekan meşêwêne)
(Pişuwêk werdegrîn û dûbare dêynewe)
(Babetekan dexwênîn û dîsan pêyda deçînewe)
Kes weku ew le ew tênagat
Çawekanî pirrî pirr
Kes weku ew le ew tênagat
Dillî ew pirrî pirr
Kes weku ew le ew tênagat
Dunyay pirrî pirr
Kes weku ew le ew tênagat
Mêşkî pirrî pirr
Be dengî çekuçî dadwer danîştin destî pê kird
Giyanî delerzî bellam kê hestî pê kird
Ew tawanbare lêre zimanî kurte
Teniya debê gwê girê boşayiyekan pirrkat
Jûreke pirre le piyawanî yasa
Asan natwanin birriyar den leserî
Yekêk deygût sizay tundî heye em kare
Taku kes fêrî karî ewha nebê dûbare
(Debê pêman billêy bawkit le kwêye?)
(Taku ew nebê teniya tawanbar toy)
(Gwê gire eme zaniyarî nwêye)
(Pareyekî zorî birduwe legell xoy)
Kureke tewawî giyanî sirr bû
Çawî le firmêsk pirr bû derûnî pirr le girr bû
Êsta dezanê boçî gîrawe lêreye
Kêşeke leser pareye, kê bedway çareye
Le bo deyan hezar xêzanî tir wekû ew
Ke jiyaniyan tenanet alloztir le tewne
Kureke dîdî gorra teniya be çend xulek
Le beramber herçî ke heqîqet û xewne
Dîdî gorra le beramber be dunya
Le beramber be yasa le beramber be maf
Êwe lêren birryar den leser jiyanî min?
Detanhewê leser komellga laben ziyanî min?
Kam le êwe le jiyanî tawanî nekirduwe
Bellgey pak bûnî xoy bênê bo min
Be dengî berz dellêm min bêtawanim
Le rûdawekanî xêzanî û tewawî parekan
min ke hemû kesim le dest çû
Îtir
Bom girîng niye çîm beser bê be nefret bin
Dîsan çekuçî dadwer jûrekey bêdeng kird
(Yasa minî hênawete lêre bêdeng be)
(Rêga nadem deh sall xor bbînî)
(Rêga nadem deh sall rengî xoll bbînî)
Dîsan çekuçêkî kêşa be mêz
(Bîben ger nehat raykêşin be hêz)
Kurreke hemû jiyanî le pêş çawî têdeperrî
Pêkenînekanî xuşkî qisekanî dayikî
Tewawî bellênekanî le bo xoşewîstekey
Rakirdnekanî xoy, cinêwekanî bawkî
Hawrrêkanî ke bê emeg û bê wefa bûn
Lew kate tewawî dunya djî ew bû
Deyanbirdu ewîş be hawarewe deygût
Ke hîçim nekirduwe berimden waz bênin
Kes wekû ew le ew tênagat
Çawekanî pirrî pirr
Kes weku ew le ew tênagat
Dillî ew pirrî pirr
Kes weku ew le ew tênagat
Dunyay pirrî pirr
Kes weku ew le ew tênagat
Mêşkî pirrî pirr
Can't get it out of your head? Play “Dadwer” yourself.
Find the sheet music