Lyrics Timed, click a line to jump
Çend ta porê te weşiyane li ser merşê
Dewsa wan lêvên qermiçî li qedehê
Bêhna dêmên te ketine balîfê
Bela welaye hundir wek te hiştiye
Li benda te me zû vegere
Derî vekim ez ji te re
Were reşê dereng nexê
Bi tenê me dil ditirse
Ma tu çû keçê li min rûreşê
Ez ê bi tenê çi bikim li hewşê
Neçe keçê yan jî neçê
Ji herduyan yek ê bibê
Cixarê vemirandî xwelîdank tije
Şûşa xem ra dawî min vekir piştî te
Min rihan av nedan ku tu hat av bide
Perda bide alî tu rojê di hundir xe
Ka tu li ku ma ev rik çima
Dûr be ji me ma ez bi tenê mam
Were lê lê bisk bi têlê
Hêla çepê te diqêrê
Rihan bê av hundir bê tav
Ez masiyê ji avê derê
Were lê lê yan jî werê
Ji her çaran te kîjan bivê
Were lê lê yan jî werê
Ji her çaran te kîjan bivê
Can't get it out of your head? Play “Piştî te” yourself.