Ne kifşe ne xuyaye
Zanaye li her deraye
Sed nav in yek wendaye
Ji kê vedişêrî tu ji kê ditirsî
Ji kê vedişêrî tu ji kê ditirsî
Porê min li dû xwe kişand
Kilê çava bi rû weşand
Qetand ji gerdenê morî
Dîsa jî tu yî bi gilî
Tu yî bi gazin tu yî bi gilî
Tu zanî ez im rastî
Serî li ber danexistî
Nikarî bû bi parastî
Tu dinivîsî û tu dilîzî
Tu dinivîsî û tu dilîzî
Hez nakî ji zana û jîr
Te divê jar û feqîr
Her xulam têr dikin mîr
Dîsa jî tu yê birçî
Dîsa jî tû tim birçî
Tu heznakî ji zana û jîr
Te divê jar û feqîr
Her xulam têr dikin mîr
Dîsa jî tu yê birçî
Dîsa jî tû tim birçî
Dîsa jî tu yê birçî
Dîsa jî tû tim birçî